Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Dadgeha Bilind ya Pakistanê Xwest ku Serokwezîr Eşref Were Pêş Dadgehê


Serokwezîrê Pakistanê Raja Pervez Eşref
Serokwezîrê Pakistanê Raja Pervez Eşref
Dadgeha Bilind ya Pakistanê ferman da Serokwezîr Raja Pervez Eşref ku li pêş dadgehê amade be. Dadgeh bi sedema ku serowezîr rê li ber dadkirina serok girtîye ku bi îdîayên dizî û pere xwarinê tê tawanbar kirin.

Fermana dadgehê ya roja Çarşemê liva herî dawî ye, di şerê demdirêj navbera hikûmet û dadgehê li ser îdîayên dijî Serok Asif Alî Zerdarî, yê ku hemû tawan red kirîye.

Li meha Hezîranê, Dadgeha Bilind serokwezîrê berê Yusuf Riza Geylanî bi rêlibergirtina dadgehê tawanbar kir, ku nikarîbû ji desthilatdarên Swîsrî daxwaz bike ku careke din fayla gendelîyê dijî Serok Zerdarî vekin.

Yusuf Riza Geylanî dû re ji posta serokwezîr hatibû derxistin.

Dadgehê roja Çarşemê ferman da Serokwezîr Eşref ku 27’ê Tebaxê were pêş wê, jibo guhdarîkirinê gotinên wî derbarê kêşeyê.
XS
SM
MD
LG