Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Polîsên Misirê û Çekdar li Sinai di Pevçûnan de ne


Egyptian women chant slogans as they attend a demonstration in Tahrir Square in Cairo, Egypt, April 1, 2011.
Polîsên Misirê li nîvgirava Sinai bi jimareke çekdaran re ketin pevçûnan, rojekê piştî ku hêzên artêşê bi êrîşên esmanî 20 mîlîtanên berguman kuştin.

Televîzyona dewletê ragihand ku şerê heyî îro Pêncşemê jî, li ber navendeke polîsan ya li El Ariş berdewam kir ku 50 kîlometre dûrî tixubê Îsraîl û Kerta Gaza ye.

Heta niha ti kuştî nehate ragihandin.

Hemdem, Serokê Misirê Mihemed Morsî serokê îstixbaratê û walîyê Sinai'ya Bakur do Çarşemê ji kar kişand.

Artêşa Misirî dibêje, wê roja Çarşemê operasyonek kir da ku aştîyê jinûve bicîh bike û herêmê careke din bêxe bin kontrola xwe.

Mîlîtanên Misirî roja Yekşemê êrîşeke xwinî pêk anîbûn û 16 nobedarên sînorê kuştibûn.
XS
SM
MD
LG