Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Bizavkar: Li Helebê Hêlên Pêwendîgirtinê Hatine Birîn


Bizavkarên Sûrî dibêjin hemî rêkên pêwendîgirtinê li beşên berççavên bajarê Heleb û derdorê têkçûne, cihê li gor raportan hêzên hikûmetê ji heftîya borî ve hêzên serhildayan paşda dane.

Rohin nîne ka egera têkçûna hêlên regehandinê ji destpêka roja Yêkşemê ve çîye. Lê seray hindê, Zêrevanîya Sûrî bo Mafên Mirov bingeh li London got leşker berdewam bû li ser topbarankirina devera di bin destê serhildayan de li bajarê Helebê.

Herwesa, raport derbarê tundûtîjîyê li cihên din yên welatî jî hebûn.

Ji layek din ve, komkara Ereb civînek wezîrên derve paşde daye ku hatibû dîyar kirin Yekşemê li Erebisana Seudî bête kirin bo hindê behsê rewşa Sûrîyê û danîna kesekê li cihê Kofî Annan biken.
XS
SM
MD
LG