Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serokê Misrê Wezîrê Berevanîyê Xanenişîn Dike


Serokê Misrê Mohemed Morsî ferman daye wezîrê berevanîya û serokê civata komandarîya leşkerî xanenişîn bit.

Peyvdarek serokî herwiha roja Yekşemê ragehand rêzdar Morsî ragehandinek destûrî betal kirîye ku demek kort berî hilbijartina wî leşkerî pesend kir ya desthilatên mezin dida komandarên pile bilind.

Serok Morsî li cihê wezîrê berevanîyê Hussên Tantawî, yê ji serdemê deselatdarîya Hosnî Mobarek ve, Abdel Fattah el-Sîssî destnîşan kir.

Hejî gotinê ye ku wî herwiha dadwerek pile bilind, Mehmûd Mekkî wek cîgirê serokê welatî dîyar kir.

Ev guhartine dibe dubare rêkxistineka mezin ya herî dawîyê ku rêzdar Morsî redigegîne, ji wî demî ve ku bûye serokê Misrê, piştî heftîya borî serokê dezgehê zanîyarîyê û femandarê Sînayî ya Bakur ji kar lada.

Serokê dezgehê zanîyarîyê piştî hingî hate ladan ku çend rojan berî niha milîtanan di êrîşekê de li nîvşegirava Sînayî 16 nobedarên tixûbê Misrê Kuştin.
XS
SM
MD
LG