Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Mitt Romney Cîgirê Xwe Destnîşan Dike


Berbijarê Komarî Mitt Romney, çep, û Cîgirê wî Paul Ryan, rast, li North Carolina
Berbijarê Komarî Mitt Romney, çep, û Cîgirê wî Paul Ryan, rast, li North Carolina

Berbijarê Komarî bo Serokatîya Amerîka Mitt Romney, endamê Kongirêsê Paul Ryan yê 42 salî wekî cîgirê xwe destnîşan kir

Piştî Berbijarê serokatîya Amerîkayê Mitt Romney endamê Kongirsê yê wîlayeta Wisconsin Paul Ryan wekî cîgirê hilbijart, plana Ryan ya qutkirina butçeyê careke din bû navenda gengeşîya kampêna Romney. Wekî peyamnêrê Dengê Amerîka Peter Heinlein radigihîne, programên roja Yekşemê yên televizyonên Amerîkî bi giştî derbarê wê yekê bûn ku gelo bijartina Ryan dê alîkarî an ziyanê bigihîne derfetên Romney di hilbijartinên meha 11’an de.

Nûnerên herdu partîyên sereke li Amerîka bi bijartina Romney kêfxweş bûn.
Berbijarê sala 2008an yê Partîya Komarî, Senatorê Arizona John McCain ev bijartina Romney wekî karekî gelekî baş binav kir.

Di axaftinekê de li ser televizyona “Fox News” roja Yekşemê, McCain got ku bijartina Romney pisporekî siyasî wekî Ryan, ku berpirsê Komîteya Butçeyê li Civata Nûneran e, amadebûnekê jibo pirsgirêkên dijwar diyar dike. McCain got, ev tişt dê xizmeta Serok Obama û Demokratan bike.

McCain dibêje, ew bawer dike ev berhevkirineke baş e jiber ku Paul Ryan dikare acendeyên Romney bi riya Kongirêsê Amerîka û zanîna wî ya butçetyê ya ji nêzîk ve, her kes dizane ku aborî û kar kêşeyên sereke ne. Ti kes ji Paul Ryan bêtir bi van kêşeyan nizane.
Demokrat li programên siyasî yên roja Yekşemê de bi heman şêweyî derbarê bijartina Romney germ bûn, lê ji ber sedemine cuda. Ew dibêjin planên Ryan yên qutkirina butçeyê wî wekî tundrêyekî diyar dikin ku bi hêsanî di kapmênê de êrîşan bike.
Şîretvanê kampêna Obama David Axerlrod gote programa “This Week” ya ABC ku Ryan ji derveyî xeleka siyasî ya Amerîkî ye.

Axerlrod dibêje, ev bijartin bi wê wateyê hatiye kirin ku wan dengên herî bilind yên Partîya Komarî razî bike, lê di heman demê de hemû kesên din aciz dike, xelkên qata navîn ya civakê, kesên temen mezin, xwendekar, ji ber rekorda Ryan. Ew kesekî xwedî îdyolociyek rastgir e.

Seroka Komîteya Niştimanî ya Demokrat, Debbie Wasserman Schultz, gote programa “Fox News Sunday” ku anîna Ryan dê gengeşîya kampênê Komarî bi ramanên wî ya şaş ve çarçove bike.

Xanim Schultz dibêje, jiber ku ew jî endama komîteya butçeyê ye, wê bi çavên xwe dîtîye çawa endazyarê butçeya Romney, Paul Ryan xwe nêzîkî tundrêbûnê dike û paşniyar dike ku sîstema saxlemîyê bi dawî bibe û qanûna ewlekarîya saxlemîyê jibo hemwelatîyên temen-mezin were rahiştin ku ev 50 sal berdewam e.

Romney û Ryan roja Yekşemê li wîlayeta North Carolina kampên dikirin, ku wîlayeteke girîng e û berî çar salan di destê Serok Obama de bû. Ev wîlayet zehmet diyar dibe eger çi derfetên Komarîyan di meha 11'an de hebe.

Serok Obama roja Duşemê gereke sê rojan bi basê li wîlayeta Iowa destpê dike, li dema ku Cîgirê Serok Joe Biden serdana wîlayeta North Carolina dike.

Jibo guhdarîkirina vê raporê bi dengê Sîrwan Qiçço, ji kerema xwe lînka dengî ya dest çepê klîk bikin.
XS
SM
MD
LG