Karbidestên Nîjeryayê dibêjin ku hêzên ewlekarîyê 20 bergumanên Îslamî yên Boko Haram li bakurê welat kuştine.
Karbidest dibêjin, di şerê li bajarê Maiduguri li wîlayeta Borno de leşkerek hate kuştin û du jî birîndar bûn.
Ev karê artêş û polîs hate kirin piştî ku ji wan re hate ragihandin ku hin endamên Boko Haram li devereke destnîşankirî li vî bajarê bakur rojhilata welat kom bûbûn.
Peyîvdarê hêzên hikûmetê, Victor Ebhaleme got ku mîlîtanan gule avêtin dema ku hêzên ewlekarîyê nêzîkî veşargeha wan bûn.