Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îranê Hijmara Kuştîyên Erdhejê 306 Kes Ragehand


Îranê hijmara kesên di du erdhejên roja Şemê de hatin kuştin bo 306 kesan bilind kir, rojekê piştî tîmên bi hawarçûnê gerîyana li pey kesên zindî mayî di jêr kelaweyan de ragirtin.

Wezîra Saxlemîya Îranê Merzîye Vehîd Destjerdî gote kombûneka roja Duşemê ya Parlemanê ku hijmara kesên mirî gehiştîye 306 kesan û pitirî 3,000 kesan jî birîndar in.

Ew du erdhej bi qaweta 6.4 û 6.3 pileya rixter roja Şemîyê piştî nîvro çêbûn û çendîn gundên derdora bajarê Tewrêzê wêran kirin, li demekê de bi tundî zarar gehandin gelek avahîyan.

Ofîsa sekerterê giştîyê NY Ben Kî-moon roja Duşemê ragehandinek belav kir serexweşî û hevxemîya rêzdar Ben dîyar kir û pêşnîyaza alîkarîyên mirovî bi Îranê kir.

Roja Yekşemê Amerîka jî peyama serexweşî û pêşnîyaza alîkrîyan bo xelkê Îranê hinart.
XS
SM
MD
LG