Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serhildayên Sûrî Dibêjin Wan Firokeyek Hikûmetê Berdaxwar


Medyaya Sûrî dide zanîn roja Duşemê piştî giriftek teknîkî frokevanê cêtek şerker baz da xwar, û serhildayî dibêjin wan ew balefire hikûmetê berdaye xwar.

Ajansa Dengûbasên SANA got firokeyek leşkerî bi egera girifta teknîkî li rojhilata Sûrî wek wê got li demê geştek asayî de berbû xwar. Firokevanî baza daye û desthilatdar niha li pey wî digerin.

Hevdem, bizavkarên opozisyonê vîdeoyek li ser You Tube belav kirin ku balefirek şerker di nav teqekirinek giran de difire û piştî hingî agir tê dikeve.

Her di nav wê vîdeoyê de dengê hinek kesan tê bihîstin ku keyfxweşin bi lêdan û xistina wê firokê.
XS
SM
MD
LG