Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Riad Hîcab: Rejîma Esed Ber bi Têkçûnê ye


Serokwezîrê berê yê Sûrî ku ji rejîma Esed veqetîyabû dibêje, hikûmeta Beşar Esed ber bi têkçûneke aborî û ahlaqî ye.

Serokwezîrê berê Riad Hîcab her wiha dibêje, Beşer Esed tenê nêzîkî 30 ji sedê axa welêt kontrol dike.

Şîroveyên Hîcab îro Sêşemê tên ku cara yekê ye ew derdikeve pêş gel, piştî ku ew destpêka vê mehê jî rejîmê revîbû û derbazî hêla opozîsyonê bibû.

Hevdem, Wezîrê Berevanîya Amerîka Leon Panetta dibêje, ew pêbawer e ku welatê wî dikane li esmana Sûrîyê herêmeke bêfirîn (no-fly zone) deyne, lê divê biryarake sîyasî bête dayîn ku ew yek pêk were. Birêz Panetta dide zanîn ku hîn jî biryareke vî rengî ji rêvebirîyê dernektîye.

Leon Panetta ji ajansa Associated Press re got ku Amerîka xwe li gorî çend îhtîmalên li Sûrîyê amade dike. Wî bal kişand ku cîhanîna herêma bêfirîn dijwar e û ne di rêza jorîn ya rojêva wan de ye.
XS
SM
MD
LG