Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Misir Berî Eyda Ramazanê Derîyê Refah Vedike


Derîyê Refah ya navbera Misir û Kerta Gazayê
Derîyê Refah ya navbera Misir û Kerta Gazayê
Misir îro Sêşemê ragihand ku ew sînora xwe ya bi Kerta Gaza ya bin desta Hamasê jibo sê rojan vedike. Lê, karbidestên Misirî dibêjin, ew hatin-çûyînan bi tundî kontrol dikin.

Hikûmeta Qahîre 5’ê vê mehê derîyê sînorê ya Refah jî girtibû. Li gorî karbidestên ewlekarîyê yên Misirê, bêtir ji 100 tunelên qaçaxçîyan ji hatine kifş kirin.

Ev tevger hate kirine, piştî ku mîlîtanên Îslamî li sehraya Sinai ya nêzîkî Gaza’yê, bi kêmî ve 16 leşkerên Misirî li xaleke nobedarîyê kuştibûn.

Hikûmeta Serokê Misirî Mihemed Morsî îdîa kir ku kujêran alîkarî ji Gaza wergirtine, lê Hamas vê îdîayê red dike.

Ev kontrol û dortengkirinên Misirê, girjî û alozîyên navbera Morsî û Hamas de zêde kirine, ku her du jî endamên Tevgera Birayên Misilman in û tê texmîn kirin ku dilê wan bi ser hev e.
XS
SM
MD
LG