Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Agirê Xwezayî Gelek Deverên Amerîka Dide Ber Xwe


Agirkuj ligel şewatên xwezayî li seranserî gelek deverên rojavaya Amerîka ketine kêferatê, di nav de herdu wîlayetên California û Idaho.

Xizmeta Daristanê ya Amerîkî dibêje agirkujek roja Yekşemê li bakurê wîlayeta Idaho hate kuştin piştî ku darek bi ser de hate xwarê.

Li bakurê California jî, agirkujan pêşketin li dijî agirekî pêk anîne, ku çend hezar hektarê erd şewitandîye û nêzîkî 500 malbat nêzîkî bajarê San Francisco neçar hiştîye ku malên vala bikin û birevin.

Tîmên agirkuj li wîlayetên Oregon û Washington jî hewil didin agir têxin bin kontrolê.
Agir ji ber zuhabûnê û pileyên germahîyê geş bûne ku gihiştine 32 dereceyên selsyosê û ber jor ve.
XS
SM
MD
LG