Du wezîrên hikûmeta Japonyayê serdana deverek bîranîna şer ya kêşeliser kirin, ku ji alîyê gelekan ve wekî sembola emperalîst ya pêşeroja welat tê dîtin. Ev tevger reng e welatên cîran wekî Çîn û Koreya Başûr tore bike.
Berpirsê Komîsyona Ewlekarîya Giştî ya Netewî Jin Matsubara û Wezîrê Ax û Zevîyan Yuichiro Hata roja Çarşemê serdana devera Bîranîna Yasukuni li Tokyo kirin ku rêzê li mirîyên Japonya yên şer dikin ku di nav wan de gelek tawanbarên tawanên şer jî hebûn.
Ev serdan ku di salvegera 67’an ya radestbûna Japonyayê li Şerê Cîhanê yê Duyê de tê, ji dema ku Partîya Demokrat sala 2009’an hate ser desthilatê vir ve, serdana yekê ye ku ji alîyê wezîrekî hikûmetê pêk tê.
Tevî peywendîyên aborî yên bihêz navbera Japonya û Koreya Başûr, hestên dijî Japonya li Koreya Başûr gelekî belav e. Japonya li dema nîvê yekê ji sedsala borî desthildarîyeke kolonî li ser Koreya Başûr û parçeyên mezin ji Çînê danîbû.