Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Amerîka Pesna Biryara Rêxistina Hevkarîya Îslamî Dide


A girl returns home after getting water, Cebu, Philippines, Nov. 15, 2013. (Steve Herman/VOA)
A girl returns home after getting water, Cebu, Philippines, Nov. 15, 2013. (Steve Herman/VOA)
Amerîka biryara Rêxistina Hevkarîya Îslamî (OIC) pîroz dike ku wê roja Çarşemê endamtîya Sûrîyê cemidandibû.

Berdevka Wezareta Derve Victoria Nuland di daxuyanîyeke de nivîskî de got, biryara Rêxistina Hevkarîya Îslamî mesajeke xurt dişîne hikûmeta Serokê Sûrîyê Beşar Esed.

Xanim Nuland her wiha dîyar kir ku rejîma Esed di qada navnetewî de jî pirtir bi serê xwe dimîne.

Cemidandina endamtîya li vê demê tê ku Civata Ewlekarîyê ya Neteweyên Yekbûyî îro Pêncşemê plan dike ku runiştineke taybet ya ser Sûrîyê pêk bîne da ku rewşa li wî welatî gotûbêj bike.

Berpirsa Karên Mirovahîyê yê Neteweyên Yekbûyî Valerie Amos li Şamê ji rojnamevanan re got, dora 2,5 mîlyon Sûrî pêdivîya alîkarîyê ne, jiber tundûtûjîya berdewam.

Her îro Pêncşemê rêxistina Çavdêrîya Mafên Mirovan ya bingeh li Amerîkayê got, di encama bombebarana bajarokê Azezê ji alîyê firokeke hikûmeta Esed de, pirtir jî 40 sîvîl hatine kuştin û bêtir jî 100 kesên din jî birîndar bûn.
XS
SM
MD
LG