Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Ajansa Enerjîya Atomî û Rapora Ser Îranê


Serokê Ajansa Enerjîya Atomî ya Navnetewî Yukiya Amano
Pispor dibêjin, dibe ku Ajansa Enerjîya Atomî ya Navnetewî biryarê bide ku ji lêkolîngeha Îranê kêmtir uranyum hinda bûye.

Dîplomatên Ajansa Enerjîya Atomî dibêjin, ew yek jî xem û fikarên ajansê siviktir dike ku dibe ku uranyum jibo mebestên leşkerî nehatibe bikar anîn.

Lêkolerên Neteweyên Yekbûyî daxwaz ji Îranê kirine ku cudahîyekê şirove bike, piştî ku Tehranê sala borî hin proseyên nûkirinê li navendeke xwe pêk anî. Di encama wê prosesê de 19.8 kîlogram ji rêjeya uranyumê kêm ket.

Amerîka di xemê de ye ku Îran ew uranyum jibo avakirina çekên gumankirî biribe. Lê, Îran rijdîyê dike ku hemû programa wê ya navokî jibo mebestên aştîyane ye.
XS
SM
MD
LG