Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hemwelatîyên Ser Tixûbê Sûrîyê Mişextî Tirkîyê Dibin


Bi sedan kes ji tixûbê bajarê Azaz ya Sûrîyê ve derbazî nav Tirkîyê dibin, li vê demê ku artêşa Sûrî herêmên di bin destê serhildayan de bombebaran dike.

Peyamhinêrê Dengê Amerîka, Sccot Bobb roja Pêncşemê ji Azaz raport hinart ku hejmara kuştîyên êrîşên roja Çarşemê ji 50 kesan derbaz bûye û herî kêm 25 kes jî, di dema valakirina wê herêmê de berze bûne.

Bobb got hinek ji wan derbazî nav xaka Tirkîyê bûnê û yên din jî ji layê desthilatdarên Tirk ve hatine ragirtin heta cih jibo wan bêt berhev kirin.

Bobb got heta nexweşxana herî dawîyê ku li Azaz kar dikir jî niha vala ye. Wî zêde kir ku hemî kesên birîndar be bi Tirkîyê hatine veguhastin, li ber hindê ku artêşa Sûrî nexweşxanên li herêmên serhildayan bombebaran dike.

Bi alîyekî din ve, Civata Ewlekarî ya Neteweyên Yekbûyî ragihand ku ew rêkê dide dema erka çavdêrîya NY li Sûrîyê roja Yêkşemê bi dawî bê, lê hêvî dike ofîsek sîyasî li wî welatê şerlêdayî demezrîne.

Herwiha, karbidestên NY texmîn dikin heta 2.5 mîlyon Sûrî pêdivî bi alîkarîyê heye.

Amerîka jî roja Pêncşemê helwêsta Rêxistina Hevkarî ya Îslamî bo ragirtina endamtîya Sûrîyê di wê gruba 57 endamî ya Îslamî de wek pêngavek heja nirxand ku peyamek bihêz dide hikûmeta Serok Beşar Esed.
XS
SM
MD
LG