Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Ehmedînejad: Hebûna Îsraîlê Îhanet e Jibo Hemû Mirovahiyê


Serokê Îranê dibêje ku hebûna Îsraîlê îhanet e jibo hemû mirovahiyê.

Ev daxuyanî yek ji bihêztirîn êrîşên dijî dewleta Cihû ye ji alîyê serokê Îranê Mehmûd Ehmedînejad li dema ku Îsraîl wê yekê gengeşe dike ka êrîşî Îranê jiber programa wê ya navokî bike.

Ehmedînejad got, pêşgirtina Îsraîlê hewildanek e jibo parastina rûmeta hemû mirovan.
Ev axaftinên serokê Îranê jibo nivêjkerên Zanîngeha Tehranê bû, piştî xwepêşandinên jibo Felestînîyan li seranserî welat ku di ‘Roja Qudis’ de pêk hatin, wekî Îna dawî ji meha Remezanê ya pîroz.

Îsraîl Îranê wekî gefeyeke heyî dibîne jiber programên wê yên navokî û mûşekî.
Îran van îdîayan red dike û dibêje programa wê ya navokî jibo mebestên aştîyane ye.
XS
SM
MD
LG