Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Medyaya Sûrîyê: Farûq El-Şara Cuda Nebûye


Medyaya dewleta Sûrîyê radigihîne ku cîgirê serokê welatî Farûq El-Şara cuda nebûye, wekî ku serhildayan destpêka vê heftiyê îdîa kirin.

Televizyona dewletê roja Şemîyê ragihand ku cîgirê serokî tu carî hizir nekiriye ku ji welêt derkeve.

Televizyonê herwiha ragihand ku el-Şara roja Înî kêfxweşiya xwe diyar kir jibo destnîşankirina diplomat Cezayîrê Lakhdar Brahimî wekî nûnerê navneteweyî bo Sûrîyê. Brahimî cihê nûnerê berê birêz Kofî Annan girt, yê ku dawiya vê mehê dest ji kar berdide.

El-Şara, yê 73-salî, Sunnî ye.
XS
SM
MD
LG