Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Piştevan û Neyarên Esed li Libnanê Şer Dikin


Çekdarên Şîe li Libnanê.
Çekdarên Şîe li Libnanê.

Du kuştî û 45 birîndar di şerê nêvbera piştevanên Esed û rikaberên wî de li Libnanê.

Li gor hêzên parastina Libnanê, şer di navbera piştevanên rejîma Serokê Sûrî Beşar Esed û rikaberên wî de qewmîn û du kes hatin kuştin û 45 kesên din birîndar bûn.

Arteşê ragihand ku neh serbazên Libnanê di nav birîndaran de ne. Karbidestan got, şeva Duşemê şerî li bajarê Tirablusê destpêkir û heta roja Sêşemê jî berdewam bû.

Şerên dawî di nêvbera çekdaran ji rendekeka Sunniyan û neyarên wan yên li devereka piranî Elewîyan de çêbû.
XS
SM
MD
LG