Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Çalakvan: Bi Sedema Êrîşa Rejîmê 23 Serhilayên Sûrî Hatin Kuştin


Hêzên hikûmeta Sûrî êrîşa bajarokekê nêzîkî Şamê kir û bi kêmî ve 23 serhildayên Sûrî kuştin, li gor çalakvan û peyvdarê serhildayan.

Komela Komîteyên Tensîqatên Xwecihî û peyvdarekê hêzên serhildayan ragihand ku hêzn rejîmê roja Sêşemê li çar aliyan ve êrîşa bajarokê Moadamiyeh kirin.

Li gor ajansa Assoicated Press, bajarokê Moadamiyah heta roja Sêşemê li bin kontrola hêzên serhildayan bû û berê du heftiyan ji layê hêzên rejîmê ve hate dorpêçkirin.

Piştî çend rojên şerên giran, hêzên rejîmê roja Sêşemê çûne nav wî bajarokî.
XS
SM
MD
LG