Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hêzên Hikûmeta Sûrî Êrîşên Nû Dibin Ser Paytextê


Hêzên hikûmeta Sûriyê êrîşên nû birin ser Şama paytext û bi kêmî ve 12 kes kuştin.

Çavdêrîya Sûrî ya jibo Mafên Mirovan ku bingeh li Brîtanyayê ye gote Dengê Amerîka ku kuştinên roja Çarşemê li taxên Kefer Sûsê, Dareya û deverên din li başûrê paytextê pêk hatin ku serhildayên dijî hikûmetê li wir cî digirin.

Rûniştvanan got ku êrîş û bombebarana asmanî yên herî dijwar bûn ji dema ku artêşê kontrola xwe dîsa li ser taxên opozisyonê vegerandiye. Rûniştvanan herwiha gotin ku serhildayên meha borî ji kampêna tund ya artêşê reviyabûn, destpê kirine vedigerin bajêr.

Her li roja Çarşemê, jêderên saxlemîyê li Libnanê gotin ku bi kêmanî 7 di şerê bi şevê de li bajarê Terablus li bakurê welêt hatin kuştin. Şer di navbera Misilmanên Sunnî û Elewîyan de bû ku dijber û hevbendên Sûrîyê ne.

Bêtirî 100 kesî di şerê de birîndar bûne, ku vê hefteyê li deverên ku taxên Sunnî û Elewîyan ji hev cihê dikin qewimî.
XS
SM
MD
LG