Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Ban Ki-moon Dê Serdana Îranê Bike


Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Ban Ki-moon
Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Ban Ki-moon plan dike ku hefteya bê here Îranê, jibo civîneke welatên ne-alîgir.

Amerîka û Îsraîl nerazîbûna xwe derbarê vê serdanê dîyar dikin û dibêjin ev serdan peyamên nebaş dişîne cîhanê.

Berdevkê Ban Ki-moon, Martin Nesirky serdan do Çarşemê ragihand. Ew dibêje dê berpirsê NY xemên civaka navnetewî bigihîne Îranê û bendewarîyên derbarê programa Îranê ya navokî, teror, mafên mirovan û krîza Sûrîyê.

Nesirky dibêje, birêz Ban ji xwezaya hestîyar ya serdana xwe agahdar e, lê divê vê bawerîyê de ye ku boykotkirin dê bibe derfeteke hindayî.

Amerîka dibêje, ew bi xem e ku Îranê dixwaze bi mêvandarîya vê gruba 120 endamî, balê ji ser têkçûnên xwe hilîne.

Berdevka Wezareta Derve ya Amerîkayê Victoria Nuland bang li Ban Ki-moon kir ku fişarê deyine ser Îranê da bendewarîyên civaka navnetewî pêk bîne.
XS
SM
MD
LG