Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Pîvanên Ewlekarîyê li Pekînê Tên Zêde Kirin


Karbidestên Çînî pîvanên ewlekarîyê li Pekînê zêdetir dikin, li vê demê ku ev bajar amade dibe ku mevandarîya Kongreya Netewî ya Partîya Komunîst bike.

Di vê kongreya 18’an de, tê çaverê kirin ku rêberên nû yên Çînê werin hilbijartin.

Medyaya dewletê radigîhîne ku li paytaxt Pekînê hejmara polîsan û xalên kontrolkirinê hatine zêde kirin. Ajansa Xinhua dibêje, polîs li dora Pekînê kembera ewlekarîyê datînin da ku parastina bajêr misoger bikin.

Rêvebirê polîsên Pekînê ji rojnamevanan re got ku karbidest amade ne ku pîvanên tund wergirin da ku konferans bi serfirazî û bê bûyer derbaz be.

Hikûmeta Çînê hîn jî eşkere nekirîye ku konferansa dê kengê were kirin.
XS
SM
MD
LG