Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serokwezîrê Yunanistanê jibo Reforman Pirtir Waxt Dixwaze


Serokwezîra Almanyayê Angela Merkel û Serokwezîrê Yunanistanê Antonis Samaras
Serokwezîrê Yunanistanê Antonis Samaras, te çaverê kirin ku daxwaza pirtir dem bike da ku reformên girîng û plana kêmkirina xerc û mesrefan bicîh bîne, dema ew îro Înîyê li Berlîne, bi Serokwezîra Almanyayê Angela Merkel re kom dibe.

Birêz Samaras vê hefteyê ji rojnameya Bild ya Alman re gotîbû ku welatê wî de daxwaza pirtir diravan ji welatên hêzdar nake. Wî got, Yunanîstan têne pêdivîya pirtir dem e ku reformên girîng û plana kêmkirina xerc û mesrefan bicîh bîne da ku ekonomîya xwe bivejîne û dahatîya xwe zêde bike.

Lê, Wezîrê Darayî yê almanyayê Wolfgang Schaeuble ji radyoya Almanî re got ku maneya pirtir dem, pirtir dirav e.

Serokwezîrê Yunanistanê Antonis Samaras, piştî serdana xwe ya Almanyayê, wê derbazî Fransayê bibe û ligel Serokê Fransî Francois Hollande kom be.
XS
SM
MD
LG