Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hîcab: Divê Hizba Demokrat û Komele bi Alîyên Cûdabûyî re Rêk Bikevin


Di çend rojên bihurî de Hizba Demokrata Kurdistana Îranê û Komeleya Şoreşgera Zehmetkêşan ya Kurdistana Îranê rêkeftinek hevbeş îmza kirin. Di wê rêkeftinê de her du alî pêgîrbûna xwe bi çend hêl û armancên sîyasî yên hevbeş dîyar dikin ku pêwendîdar in bi bizava wan ya nuha û paşerojê.

Şarezayê Sîyasî, Abdullah Hîcab di hevpeyvînekê de bo Dengê Amerîka got ku rêkeftina di navbera Hizba Demokrat û Komelê de pêngavake girîng e bo lêk nêzîk kirina hêzên sîyasî yên Kurd li Kurdistana Îranê.

Rêzdar Hîcab dazanîn, erkek din ya mezintir li ser şanê Hizba Demokrat ew e ku bi rêka dîyalog û gotûbêjê li pirsa ligel alîyê din ku li Hizbê cuda bûye çareser bike yan wek yek hizba sîyasî yan wek du hizbên cûda.

Ew li ser wê bawerê nine rêkeftina li navbera wan herdu alîyan pêngavek be bo ji bîrkirin û dûrketina ji alîyên din yên sîyasî yên Kurd li Kurdistana Îranê.

please wait

No media source currently available

0:00 0:00:00 0:00
Direct link
XS
SM
MD
LG