Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Di Kongreya Komarî de Paul Ryan Derdikeve Ser Dîkê


Piştî ku Mitt Romney do Sêşemê bi fermî berbijarê Komarî hate destnîşan kirin, îro jî endamê kongresê Paul Ryan di kongreya Partîya Komarî de berbijarîya cîgirtîya serok bi fermî bipejrîne.

Endamê Civata Nûneran yê eyaelat Wisconsin, Paul Ryan 42 salî ye û parêzer e. Piştî ku Mitt Romney, di destpêka vê mehê de, ew wekî berbijarê cîgirê serok dîyar kir, gelek bizavkarên konservatîf bi dengekî bilind piştgirîya wî dikin.

Lê, Paul Ryan ku di heman demê de Serokê Komîteya Budce ya Civata Nûneran e, rastî rexneyên gelek tund hatibû, piştî ku wî pêşnîyar kiribû ku guhertinên girîng di programa saxlemîya federalî, “Medicare” bike.

Plana Ryan pêşnîyar dike ku ku budceya wê progamê bi awayekî berbiçav kêm bike û her wiha, dawî li çend bernameyên din yên hikûmeta federalî bîne.

Di kongreya Partîya Komarî de ku li bajarê Tampa ya Florida'yê didome, do Sêşemê hevjîna Romney Ann û walîyê New Jersey Chris Christie axifîbûn.
XS
SM
MD
LG