Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Bizavkarên Opozîsyonê Bawerîya Daxuyanîyên Beşar Esed Nakin


Endamekî gruba serekî ya opozîsyona Sûrîyê dibêje, şîroveyên Serok Beşar Esed yên vê dawîyê, dîyar nake ku hêzên wî di vemirandina serhildana welêt de serkeftî bûne.

Bizavkarekî bi navê Monajed ku endamê Encûmena Niştimanî ya Sûrîyê ye, di hevpeyvîneke telefonê de îro Pêncşemê ji Ajansa Associated Press re got, Esed hewil da ku rîyekê ji ne serkeftina çareserîya ewlekarî re bibîne.

Di daxuyanîya ku roja Çarşemê hate weşandin de birêz Esed gotibû ku hêzên wî yên çekdar dê pêdivî bi wextê hebin da ku serhildayan têk bibin.

Serokê Sûrîyê îdîa kiribû ku artêşa wî şerekî herêmî û cîhanî dike ku bi gotina Şamê dibêje, serhilda ji alîyê welatên din yên Ereb tên piştgirtin.

Tevî çekên wan yên giran, leşkerên Esed hîn ligel serhildayan li bajarên girîn û li seranserî welêt, di rewşeke aloz de ne.
XS
SM
MD
LG