Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rubio û Gingrich di Kongreya Komarîyan de Axifîn


Senatorê Amerîkî Marco Rubio yê Floridayê di şeva dawî ya Kongreya Partîya Komarî de axaftinek pêşkêş kir.

Birêz Rubio ku ji sala 2010’an vir ve senatorî dike, yek ji sîyasetvanên hezkirî yê Partîya Çay anku Tea Party e, tevî ku ew ti car nebûye endamê wê bizavê.

Berî ku kempeyna Mitt Romney, Paul Ryan wekî berbijarê posta cîgirê serok bijart, navê Marco Rubio jî jibo heman postê derbaz dibû.

Senator Rubio endamê Komîteya Peywendîyên Derve û Komîteya Karsazîyên Biçûk e.
Marco Rubio 41 salî ye û kurê koçberekî Kubayîye ku li sala 1975’an bûye hemwelatîyê Amerîkayê.

Di Kongreya Partîya Komarî de serokê berê yê Civata Nûneran Newt Gingrich ji ligel hevjîna xwe Calista gotarek pêşkêş kir.

Birêz Gingrich dema prosesa destnîşankirina berbijarîyê de hevrikê birêz Romney bû û ew bi derew û meçandina kempeyneke neyênî sûcdar kirîbû.

Newt Gingrich di hilbijartinên li South Carolina û Georgia de serketî bibû, lê ew li meha Gulanê neçar mabû ku dawî li kempeyna xwe bîne.
XS
SM
MD
LG