Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Dr. Mahmud Abas: Alîkarîyên Mirovanê Erkê Rêkxistîyên Cîhanî ye


Dr. Mahmud Abas: Alîkarîyên mirovanê erkê rêkxistîyên cîhanî ye, lê divê welatên rojava kiryara bikin jibo rawestandina xwînriştinê li Sûrîyê.

Bizavkarên Sûrî dibêjin, şervanên serhilda, li bajarê Helebê êrîş birin ser çend avahîyên ewlekarîyê, li vê demê ku şer û pevçûnên li wî welatî didomin. Rêxistina Çavdêrîya Sûrî ya jibo Mafên Mirovan ragihand ku yek ji êrîşên li Helebê bi veguharîna guleyan bi dawî bû û jimareke laeşkerên hikûmetê hatin kuştin yan birîndar kirin.
Li heman dem welatê hevsinurên Sûrîyê li Civata Tenahîya N.Y xwest heta alîkarîyên mirovanî yên bilez ji penaberên Sûrîye re li welatên wan berdest bikin. Herwiha,Tirkiyê pêşnîyaza pêkînana devereka bisilamet kir jibo parastina medenîyan.
Di hevpeyvînekê de digel Dengê Amerîka endamê Encumena Niştimanîyê Kurdên Sûrîyê Dr. Mahmud Abas got, alîkarîyên mirovanê erkê rêkxistîyên cîhanî ye, lê divê welatên rojava biryarên sîyasî bidin û kiryara bikin jibo rawestandina xwînriştinê li Sûrîyê.

Jibo guhdarî kirina hevpeyvînê, fayîlê deng kilik bike.
please wait

No media source currently available

0:00 0:06:50 0:00
Direct link
XS
SM
MD
LG