Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serok Obama li Virginia bi Piştevanên Xwe re Kom Dibe


Serok Barack Obama li Norfolk, Virginia.
Serok Barack Obama li Norfolk, Virginia.
Serokê Amerîka Barack Obama dibêje ew dê bizavê bike keçên wî nebînin ku ew digrî demê hevjîna wî şeva Sêşembî li kongreya Demokratan gotarê dixwîne.

Peyamnêrê Dengê Amerîka Kent Klein ji Seraya Spî radigihîne, ku li wêrê serok dê gotara Michelle Obama ku ew dibêjîtê “stêra malbata Obama” temaşe bike.

Di kombûnekê de roja Sêşembî li Virginia, Serok Obama got demê xanima yekê gotara dide, ew dil teng dibe û got jiber hindê ew dê li mal bimîne û ligel herdu keçên xwe dê temaşe gotarê ken û dê bizavê bike ku keçên wî nebînin demê babê wan digrî.

Serok Obama li Zanîngeha Norlfolk State li Virgina taxift, ku dê rawestana wî ya dawiyê bo berêkanê be berî pêşkêşkirina gotarekê li kongreya partîya xwe li Charlotte, North Carolina amede be.
XS
SM
MD
LG