Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Misir û Tirkîye Dijî Esed Daxuyanîyên Tund Didin


Mihemed Morsî di hilcivîna Welatên Bêalî de li Tehranê xwane dibe
Serokê Misirê Mihemed Morsî got, divê Serokê Sûrî Beşar Esed jî dîroka nêzîk dersan bistîne û dest ji seroktîyê berde, berî ku dibe pir dereng.

Birêz Morsî di kombûna Yekîtîya Ereb de, îro Çarşemê li Qahîreyê got ku çareserîya kêşeya berdewam ya li Sûrîyê dikeve ser milê Yekîtîya Ereb. Wî bang li hikûmeta Şamê kir ku dem û dest karvekêşana xwe ragihîne.

Morsî herwiha got, dema guhartin li Sûrîyê hatîye û divê hikûmeta Sûrî nema bi soza reforman waxtê gelê xwe bikuje.

Birtêz Morsî dîyar kir ku 4 welatên herêmê li ser daxwaza wan li Qahîreyê kom bin da ku li ser krîza Sûrîyê gotûbêjan bikin. Morsî da zanîn ku Misir, Tirkîye, Erebîstana Saudî û Îran tev li wê civînê bibin.

Li Enqereyê jî, Serokwezîrê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan daxuyanîyên xurt li dijî hikûmeta Sûrî da û ew welat wekî “dewleteke terorîst” binav kir ku hemwelatîyên xwe qir dike.

Birêz Erdogan nerazîbûna xwe li ser helwesta civata navnetewî dîyar kir ku nikare li ser çareserîyekê li hev were.

Serokwezîrê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan her wiha da zanîn ku di kêşeya Sûrî de dora 30.000 kes hatine kuştin ku 2.200 ji wan zarok in. Erdogan lêzêde kir ku 76.000 kes jî hinda bûne.
XS
SM
MD
LG