Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Partîya Cudaxwaz ya Kanadi di Hilbijartinan de Serkeftî Bû


Rêbera Parti Quebecois Pauline Marois, bi malbata xwe re, axaftina serkeftinê dike Montreal, Quebec, Îlon 4, 2012.
Rêbera Parti Quebecois Pauline Marois, bi malbata xwe re, axaftina serkeftinê dike Montreal, Quebec, Îlon 4, 2012.
Di hilbijartinên roja Sêşemê de li herêma Quebec (Kubek) ya Fransîaxêv ya Kanada’yê partîya cudaxwazan biser ket. Lê, serkeftina girîng ya Parti Quebecois (Partîya Kubekî) ya cudaxwazan di bin sîya kuştina hemwelatîyekî ma.

Polîsên Kanadî dibêjin mirovekî 50 salî li navenda bajarê Montreal bû û gule berda li dema ku rêbera Parti Quebecois Pauline Marois axaftina serkeftinê dikir. Di teqelêkirinê de kesek hate kuştin û yekî din jî bi tundî birîndar bû.

Kesê berguman, berî ku were binçav kirin agir li paş avahîyê dada. Wî herwiha diruşma “Îngilîz hişyar dibin” qerîya dema polîsan ew desteser dikir.

Parti Quebecois di hilbijartinan de Lîberalan têk bir ku ji neh salan vir ve Herêma Quebec birêve dibir.

Cudaxwazên Kubekî berî hilbijartinan kampeyn dikirin ku Lîberal nizanîbûn çawa aborîyê birêve bibin.

Tê çaverê kirin Marois hikûmeteke nû ava bike û bibe seroka jin ya yekê ye Herêma Quebec.

Hêjayî gotinê ye, gelek ji Kanadîyên Fransîaxêv yên li Quebec dixwazin ji Kanada'yê cuda bibin, ku piranîya hemwelatîyan wê bi Îngilîzî dipeyîvin.
XS
SM
MD
LG