Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Senator McCain û Lieberman li Herêma Kurdistana Îraqê Bûn


Serokê Herêma Kurdistanê Mesud Barzanî pêşwazîya senatorên Amerîkî kir
Serokê Herêma Kurdistanê Mesud Barzanî pêşwazîya senatorên Amerîkî kir
Senatorên Amerîkî John McCain, Lindsey Graham û Joe Lieberman jibo serdaneke fermî do Çarşemê çûne Herêma Kurdistana Îraqê.

Senatorên Amerîkî ji alîyê Serokê Herêma Kurdistanê Mesud Barzanî ve hatine pêşwazî kirin.

Her sê sanatorên Amerîkî ku rozetên bi ala Amerîka û Kurdistanê lixwe kirîbûn, Herêma Kurdistanê wekî "hevalbendeke hêja" binav kir.

John McCain, Lindsey Graham û Joe Lieberman hişyarî da hikûmeta Bexdayê ku peywendîya Îraqê bi Amerîkayê re xirab be, eger ew rê bide firokên Îranê ku li ser esmana Îraqê bifirin û çek û sîlahan bibin Sûrîyê.
XS
SM
MD
LG