Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Kongeya Partîya Demokrat bi Gotara Serok Obama bi Dawî Bû


Serok Barack Obama ligel cîgirê xwe Joe Biden
Serokê Amerîkayê Barack Obama roja Pêncşemê bi fermî berbijartina serokatîyê ya Partîya Demokrat qebûl kir.

Birêz Obama bang li piştgirên xwe kir ku li du mehên mayê yên kempeynê li dû wî bimînin.

Peyamnêrê Dengê Amerîkayê Jim Malone li Kongerya Partîya Demokrat li bajarê Charlotte li North Carolina amade bû û ev rapor şand.

Axaftina roja Pêncşemê bi şev ya herî girîng bû heta niha di kempeyna Serok Obama de. Demokratan piştgirtineke germ nîşan dan li hola kongreyê, li dema ku wî li ber rekorda xwe ya aborî da û daxwaza gereke din li Qesra Sipî kir.

Obama dibêje, divê Amerîka wê yekê bizane, ku problem dikarin bên çareser kirin. Zehmetî tên tên eşkere kirin. Serokê Amerîka dibêje, rîya ku ew pêşkêş dikin reng e zehmettir be, lê diçe ber bi cihekî baştir. Obama daxwaz ji gel dike ku ew wê pêşerojê bijêrin.

Birêz Obama got, hilbijartinên îsal navbera wî û Mitt Romney yê Komarî bijareya herî zelal di deh salên borî de dide pêş Amerîkîyan, di warê aborî, bac, enerjî û kêşeyên şer û aştîyê de.

Serokê Amerîkayê got, dê sîyasetên wî hemwelatîyên çîna navîn (middle class) di civakê de bihêz bikin, ne wekî sîyaseta Komarîyan ku dê sûdê bigihîne tenê Amerîkîyên dewlemend.

Birêz Obama herwiha li ber rekorda xwe di sîyaseta derve de da û bal kişand ser dawîanîna şerê Îraqê, vêkêşana sala 2014 ya hêzên Amerîkî ji Afganistanê û kuştina rêberê El-Qayîdê Osama bin Laden.

Di dawîya gotara xwe de, serok daxwaza piştgirîyê kir ne li ser bingeha partîzantîyê, lê li ser bingeha yekîtîya neteweyî.

Obama dibêje, eger bawerîya te bi welatekî tê ku her kes têde bi awayekî dadmend bixebite û her kes li gorî heman qanûnan dixebite, li meha 11’ê ez hewcedarê dengê we me.

Obama ji alîyê cîgirê xwe Joe Biden ve hate pêşkêş kirin. Tê çaverê kirin ku Biden rola sereke di rexnegirtina Mitt Romney û cîgirê wî Paul Ryan de bilîze.

Biden da xuya kirin ku ew tiştekî bi ceger bû, dema dema serok Obama plankirina kuştina Osama Bin Laden erê kir. Wî herwiha bi dilgermî piştgirîya çar salên Obama di seroktîyê de kir.

Birêz Biden dibêje, xelk niha bi serbilindî dikarin wî tiştî bibêjin ku ew di şeş mehên dawî de dibêje. Osama bin Laden mirî ye û General Motors zindî ye.

Kempeyna Romney daxuyanîyek derxist ku tê de got, Serok Obama behsa heman tiştan kir ku di van çar salên dawî de bêkêr bûn.

Gotara serok Obama dehfek dramatîk da kongreya Demokratan. Gelek delegeyan gotin ku gotara wî hêzeke nû da wan tenê du mehan berî hilbijartinan.

Kerem kin guhdarîya raporta nûçegîhanê Dengê Amerîka Jim Malone bikin ku hevkarê me Sîrwan Qiçço pêşkêş dike:

please wait
Embed

No media source currently available

0:00 0:00:00 0:00
Direct link
XS
SM
MD
LG