Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Şer û Pevçûnên Nû li Sûrîyê Têne Ragihandin


Bizavkarên Sûrî radigîhînin ku xwepêşandanên dijî hikûmeta Sûrî li paytaxt Şam û li bajarên din didomin.

Çavdêrîya Sûrî ya jibo Mafên Mirovan ya bingeh li Londonê ragihand ku pevçûnên nû li navbera hêzên hikûmetê û yên serhildayan derketin, li taxa Kazaz ya Şamê.

Tê ragihandin, li vê taxê ku bi xurtî tê parastin, avahîya jimareke dezgehên ewlekarîyê yên hikûmeta Sûrî hene.

Çavdêrîya Sûrî ya jibo Mafên Mirovan her wiha ragihand ku termên 45 kesên ku nasnameya wan ne dîyar e, li du deverên nêzîkî paytaxt Şamê hatine dîtin ku tê guman kirin ku qûrbanîyên qirkirina girseyî ne.
XS
SM
MD
LG