Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Di Teqînekê de li Nêzîkî Bingehê NATO’yê li Afganistanê Şeş Kes Hatin Kuştin


Karbidestên Afganî dibêjin, êrîşberekî xwekuj teqînek li rex bingehê NATO’yê li Kabul a paytext pêk anî ku di encama wê de şeş kes hatin kuştin, di nav wan de zarok.

Desthilatdar dibêjin, pênc kes jî di teqîna roja Şemîyê li Kabulê birîndar bûn.

Karbidest dibêjin ku çend balyozxaneyên Rojavayî jî li nêzîkî cihê teqînê hene.
Rêxistina Talîbanê berpirsîya êrîşê xistîye stûyê xwe ku dibêje, navenda CIA’yê armanca wan bû.

Teqîn pêk hat li dema ku hemwelatîyên Afganî salvegera 11’an ya mirina komendarê berxwedanê Ehmed Şah Mesûd pîroz dikin.

Mesûd şerê hêzên Sovyêtê û hevalbendên wê li salên 80’an kir. Wî her wiha rêberîya Hevpeymanîya Bakurî kir, ku grupeke komendarên Afganî bûn yên şerê Talîbanê di salên 90’an de kir.
XS
SM
MD
LG