Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Sidkî Zîlan Konferansa Îslamî ya Kurdistanî li Dîyarbekirê Dinirxîne


Sidki Zilan
Konferansa Îslamî ya Kurdistanî li Dîyarbekirê hate lidarxistin.

Jibo konferansa ku ê du roj dewam bike, ji gelek dever û bajaran nêzî 250 alim, şêx, seyîd rûsipî û melayên Kurd beşdar bûn.

Di hevpeyvînekê de bi Dengê Amerîka re parêzer û şarezayê pirsên sîyasî, Sidkî Zîlan, got ev konferanse bo hindê ye alîkarîya kesatîyên Îslamî bo çareserkirina pirsa Kurd were standin.

Rêzdar Zîlan dibêje PKK naxwaze pirsa Kurd li gor hizrên Îslamî yên AKP ya desthilatdar çareser bibe û AKP jî naxwaze di wî warîde hizr û ramanên PKKê beşdar bike. Ew dibêje her du nerast in, û her hizrek bo çareserkirina wê pirsê dibe bêt nirxandin.

Konferansa Îslamî ya Kurdistanê li Dîyarbekir roja Yekşemê bi dawî hat û ragihandinek hate belav kirin. Bo guhdarîkirina hevpeyvînê li ser fayla denî kilîk bike.

please wait
Embed

No media source currently available

0:00 0:00:00 0:00
Direct link
XS
SM
MD
LG