Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hikûmeta Malî Lêkolînê li ser Kuştina 16 Oldaran Dike


Hikûmeta Malî lêkolînek destpêkiriye li ser kuştina 16 oldarên Îslamî li xaleke kontrolê ya artêşê li herêma navenda welêt.

Di daxuyanîyekê roja Yekşemê de, hikûmeta Malî ragihand ku 8 hemwelatîyên Malî û 8 Mûrîtanî Şemîyê bi şev bi guleyan li herêma Seqou hatibûn kuştin. Hikûmetê xema xwe li ser kuştîyan nîşan da û sersaxî pêşkêşî malbatên wan kir.

Raporên zûtir ragihandin ku 12 hemwelatîyên Mûrîtanî hatibûn kuştin. Li ser zarê hin karbidestên ewlekarîyê hate ragihandin ku leşkerên teqe kiribû guhdarîya fermanan nekiribû ku rawestin.

Grupa kesên kuştî berê xwe didan paytexta Malî, Bamako dema ku li ser xala kontrolê hatibûn rawestandin.

Rapor dibêjin, reng e jiber rîhên wan yên dirêj şaştî çê bûbe û hatibe bawer kirin ku ew terorîst bûn.
XS
SM
MD
LG