Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Di Êrîşeke Xwekujî de Polîsek li Stenbolê Hate Kuştin


Karbidestên Tirkîyê dibêjin, bi sedema êrîşeke xwekujî li mezintirîn bajarê Tirkîyê, polîsek hate kuştin û heft kesên din birîndar bûn.

Li gor ajansa Associated Press, êrîşberê xwekujî roja Sêşemê li pêş bingehekê polîsî li Stenbolê xwe teqand.

Polîs radigihîne ku êrîşberê xwekuj endamê Partîya Azadîya Gel ya Şoreşgêr e, ku bi Tirkî bi DHKP-C tê naskirin.

Her ji sala 1970’ê vir ve, DHKP-C berpirsîyarîya xwe beramberî hejmareka êrîş û teqînan li Tirkîyê ragihandîye.
XS
SM
MD
LG