Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serokê Somalê Hesen Şêx Mihemed ji Êrîşeke Bombeyî Filitî


Serokê Somalê Hesen Şêx Mihemed
Serokê Somalê Hesen Şêx Mihemed
Piştî êrîşeke bombeyî li ser oteleke Mogadishu ku serokê Somalê yê nû û karbidestên Kenyayê di kombûnekê de bûn, hate ragihandin ku Serok Hesen Şêx Mihemed bi silamet e.

Peyamhinêrê Dengê Amerîka Gabe Joselow, ku li cihê teqînê bû, dibêje, du bombe li derveyê Otela Jazeera roja Çarşemê peqîn, cihê ku Serokê Somalê Hesen Şêx Mihemed û Wezîrê Derve yê Kenyayê Samson Ongeri ligel rojnamevanan dipeyîvîn.

Peyamhinêrê Dengê Amerîkayê dibêje ti zîyan li her du karbidestan nehatîye.

Beşa Somalî ya Dengê Amerîkayê radigîhîne ku bi kêmî ve 5 kes ji derveyê otelê hatin kuştin ku hêzên Yekîtîya Afrîkayê jî di nav wan de bûn.

Peyamhinêra Beşa Somalî, Seynab Ebukar got ku peqîna yekê bi rêya êrîşbirekî xwekuj li ber derîyê otelê pêk hat û ya duyê bi rêka bombeyeke li ser trombîlekê bû.

Ebukar her wiha dibêje, leşkerên Yekîtîya Afrîkayê gule li çend êrîşbirên berguman vekirin ku hewil didan derbazî hindûrê otelê bibin.

Serokê Somalê û şandeya Kenyayê piştî teqînan ji otelê hatin derxistin û birin bo cîhekî ne eşkerekirî.

Birêz Mihemed roja Duşemê ji alîyê parlemana Somalê wekî serok hatibû hilbijartin.
XS
SM
MD
LG