Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Sûrîye: Şerê Giran li Nêzîkî Firîngeha Helebê Diqewimin


Leşkerên hikûmeta Sûrî û serhilda şerê xwe nêzîkî firoxaneya di dest hikûmetê de li bajarê Helebê berdewam dikin, li vê demê ku nûnerê navnetewî yê aştîyê xwe amade dike ku here Sûrîyê.

Çavdêrîya Sûrî ya jibo Mafên Mirovan ku bingeha wê li Brîtanyayê ye û bizavkarên hevrik dibêjin ku pevçûneke giran şefeqa roja Çarşemê li devera Neyreb pêk hat ku nêzîkî 5 kîlometre dûrî firokxaneya Helebê ya navnetewî ye.

Firokxaneya ku bingeheke leşkerî di nav de heye, bi giranî ji alî hikûmetê tê bikar anîn, jibo bombebarankirina deverên bin destên serhildayan.

Di çend hefteyên borî de, serhildayan êrîş birine ser firokxaneyên leşkerî da ku rê li ber hikûmetê bigirin ku wan jibo êrîşên asmanî bikar neyînin.

Bizavên diplomatîk jî biser neketine ku rijandina xwînê li Sûrîyê rawestînin. Lê, nûnerê navnetewî Lexder Brahîmî plan dike ku vê hefteyê here Sûrîyê da ku careke din van bizavan vejîne.

Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Ban Ki-moon got, dê Brahîmî ligel Serok Beşar el-Esed bicive li dema ku serdana Sûrîyê dike, tevî ku heta niha hîn ti waxt nehatiye dîyar kirin.
XS
SM
MD
LG