Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serok Obama bi Tundî Bersîva Daxuyanîyên Mitt Romney Dide


Serokê Amerîka Barack Obama û Wezîra Derve Hillary Clinton li Bexça Gulan ya Qesra Sipî ne
Serokê Amerîka Barack Obama dibêje, daxuyanîyên hevrikê wî yê Komarî Mitt Romney ne rastbîn in ku wî li ser du êrîşên dijî nûnertîyên dîplomatîk yên Amerîkî yên li Rojhilata Navîn dabûn.

Birêz Romney derengîya Pêncşemê daxuyanîyek derxistibû ku tê de Serok Obama bi xwestina lêborînê jibo êrîşa li ser balyozxaneya Amerîkî li Qahîrê tawanbar kir. Rêzdar Romney gotibû ku şerm e Obama van karan dike.

Berbijarê Komarî behsa daxuyanîyekê dikir ku ji alîyê balyozxaneya Qahîrê ve hatibû weşandin ku tê de kurtefîlmek şermezar dikir ku li Amerîkayê hatiye çêkirin. Fîlm, li gorî Misilman dibêjin, bêrêzî li Pexember Mihemed dikir.

Daxuyanî hatibû dayîn, berî ku xwenîşander êrîş bibin ser balyozxaneyê û her wiha berî ku were zanîn Balyozê Amerîkî li Lîbyayê Chris Stevens û sê karbidestên din di êrîşa li ser konsulxaneya Amerîkî li Bîngazî hatine kuştin.

Di konferanseke rojnamevanî de ku bi lez hatibû amade kirin, birêz Romney gotibû ku “ti carî ne zû ye ku em êrîşên li ser Amerîkîyan şermezar bikin û parastina nirxên xwe bikin”.

Lê, birêz Obama di hevpeyvînekê televîzyona CBS de got, hevrikê wî bi vê bersiva xwe dîyar kir ku “ew, berê dixwaze guleyê berde û paşê nîşana xwe rast bike”.
XS
SM
MD
LG