Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Afrîkaya Başûr Pêşnîyareke Nû Pêşkeşî Kombûna Navokî ya NY Dike


Dîplomatên Neteweyên Yekbûyî dibêjin, Afrîka Başûr di deqeya dawî de guherînek jibo bernivîsa Ajansa Enerjîya Atomî pêşniyar kir ku rexne li Îranê dikir.

Her şeş hêzên mezin li cîhanê roja Çarşemê bernivîsek amade kiribû ku tê de jibo programa wê ya navokî, pirtir fişarên diplomatîk datînin ser Tehranê.

Ev bernivîs hate amade kirin, rojekê piştî Îsraîl careke din gefe kir ku ewê êrîşî Komara Îslamî bike. Îsraîl bawer dike ku Îran hewil dide çekên navokî ava bike.

Afrîka Başûr, ku ew jî endama Tevgera Welatên Bêalî ye, daxwaza guherînekê li bernivîsê kir ku ji alîyê Amerîka, Rûsya, Fransa, Çîn, Brîtanya û Almanayê ve hatibû qebûl kirin.

Îsraîl dibîne, eger Îran bombeyeke atomî çê bike, ewê ew yek bibe xeter li ser hebûna wê. Loma jî, karbidestên Îsraîlî nîşanên karekî leşkerî dijî Tehranê zêde dikin.
XS
SM
MD
LG