Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hêzên Parastina Misirê Balyozxaneya Amerîkî Dorpêç Dikin


Hêzên parastina Misirê balyozxaneya Amerîkî li Qahîrê dorpêç kirin.

Paytexta Misirê yek ji çend bajaran e li cîhana Misilman ku xwepêşander hember filmekî dijî Îslamê protesto dikin.

Hêzên Misirî bi şevê bi dehan xwepêşander binçav kirin piştî çar rojên xwepêşandanên tund li Qahîre û çend bajarên welatên din.

Ji Tûnis heta Misir, Sûdan, Libnan û Yemenê, xwepêşanderan girtin ser balyozxaneyên Amerîka û hevalbendên wê bi armanca şermezarkirina fîlmê dijî Îslamê û ew kesên ku di nêrîna wan de tiştek jibo rawestandina wê nekir.

Bi kêmî ve du kes hatine kuştin, li gorî raportan.
XS
SM
MD
LG