Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Papa Benedict: Bila Libnan Bibe Sîmbola Aştî û Azadîya Olî


Rêberê Katolîkên Roman li cîhanê daxwaz kir ku Libnan bibe sîmbola aştî û azadîya olî li Rojhilata Navîn.

Papa roja Şembî li Beyrûtê bi rêberên sîyasî û olî yên Libnanî re kom bû.

Papa got ku jibo sedan salan Kiristîyan û Misilman li Libnanê bi hev re dijîn û pir caran Kiristîyan û Misilman endamên yek malbatê ne.

Herwiha Şêx Muhemed Raşid Qebbanî, oldarekê Misilman, bi Papa Benedict re kom bû û got ku her êrîşeke li dijî Kiristîyanan wek êrîşa li dijî hemû Misilmanan dibînin.
XS
SM
MD
LG