Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Şervanên al-Şebab ji Bajarekî Din li Somalê Vedikêşin


Mîlîtanên al-Şebab
Mîlîtanên al-Şebab
Dîdevan dibêjin, şervanên al-Şebab ji bajarê Kismayo li başûrê welêt vedikêşin, ku bajarê herî mezin yê ku hîn di destên xirabkaran de bû.

Rûniştvanên bajêr ji Dengê Amerîka re dibêjin ku rêberên al-Şebab ji berê de revîyane û şervan jî destpê kirine ji roja Yekşemê de derdikevin. Ev guhertin derkete holê piştî şerekî giran di navbera çekar û leşkerên Somalî û Kenyayî de.

Li gorî tê ragihandin, bi dehan di şer de hatine kuştin. Komendarê hêzên Somalî jî dibêje ku al-Şebab têk çûye.

Ne diyar e ka şervanên al-Şebab bi ku ve diçin.

Nûçeyên têkbirina al-Şebab derketin li dema ku Serokê Somalê yê nû Hesen Şêx Mihemed li paytextê, Mogadîşo bi fermî bû serok. Serok Şêx Mihemed kêşeya ewlekarîyê kiriye ewlekariya xwe ya sereke û soz daye ku welatê parçebûyî bike yek.
XS
SM
MD
LG