Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Aung San Sû Çî Medalya Zêrîn ya Kongresa Amerîkî Werdigire


Rêbera demokrasîyê li Burmayê Aung San Suu Kyi
Rêbera demokrasîyê li Burmayê Aung San Sû Çî Çarşemê xelata herî bilind li Kongresa Amerîkî wergirt li dema ku serdana wê ya dîrokî bo Amerîkayê berdewam dibe.

Xanim Sû Çî, ku xelatbira Nobelê ye, dê di merasîmekê de li avahîya Kongresê Medalya Zêrîn wergire.

Xanim Aung San Sû Çî bixwe sala 2008’ê dema ku ew li welatê xwe di bin cezayê zindankirina li malê bû, ev medalya wergirtibû.

Xanima 66 salî, ku jiber têkoşîna xwe ya dijî rêberên leşkerî li Burmayê piştgirîya her du partîyan li Amerîkayê wergirtibû, biryar e ligel qanûndanerên Amerîkî jî kom bibe.

Rêbera Burmayî roja Sêşemê ligel Wezîra Derve Hillary Clinton civîya. Xanim San Sû Çî piştî kombûne got, ew bi temamî piştgirîyê dide hilanîna cezayên aborî yên mayî ku Amerîka li ser welatê wê danîbû.

Xanim Sû Çî Sêşemê serdana Dengê Amerîka jî kir.
XS
SM
MD
LG