Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Xwepêşandanên dijî Amerîka li Pakistanê Berdewam in


Protestoyên seranser cîhanê berdewam in ku xwenîşandandêr nerazîbûna xwe dîyar dikin, li ser filmê dijî Îslam ku Amerîkayê hate çêkirin û karîkaturên ku di govara Fransî de hatine weşandin.

Li paytaxta Pakistanê, Îslamabad'ê polîsan bi xwepêşandêran re ketin pevçûnan, piştî li dora 1.000 xwendkar hewil dan xwe bigehînin taxa ku balyozxaneyên bîyanî û avahîyên hikûmetê lê hene.

Peyamhinêrekî Dengê Amerîkayê li bajarê Lahor’ê jî ragihand ku xwendkarên zanîngehê li dijî Amerîkayê kom bûn û bang li xwenkdarên din kirin ku roja Înîyê xwenîşandana girseyî bikin.

Medyaya xwecîhî ya Pakistanî dinivîse ku tê çaverê kirin dora 15.000 kes, roja Înîyê ber bi taxa dîplomatîk ya Îslamabadê rêdeçûnkê bikin û hêzên hikûmetê jî li hember vê yekê di hişyarî de ne wê herêmê biparêzin.

Hemdem, li Afganistana cîran jî bi sedan kes di xwepêşandaneke aştîyane de, li paytaxt Kabul bi diruşmên dijî Amerîkayê derketin kolanan.
XS
SM
MD
LG