Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Di Peqînekê de Herî Kêm 30 Kes li Bakurê Sûrîyê Hatin Kuştin


Rêxistina Çavdêrîya Sûrî ya jibo Mafên Mirovan dibêje, di encama peqîneke de, herî kêm 30 kes li bakurê rojhilata Sûrîyê hatine kuştin û bi dehan kesên din jî birîndar bûn.

Çavdêrîya Sûrî ya jibo Mafên Mirovan, ji zarê dîdevanan radigîhîne ku peqîn qewimî, piştî ku êrîşên esmanî yên hêzên hikûmetê li bajarê Raqqa benzînxaneyekê xist.

Rêvebirê Giştî yê Çavdêrîya Sûrî ya jibo Mafên Mirovan Ramî Abdulrahman dibêje, dîdevan ji wî re gotine ku wan bi kêmî ve 30 term dîtine û tirs heye ku hejmata qûrbanîyan zêdetir bin.

Bi alîyekî din ve, televîzyona dewleta Sûrî dibêje helîkoptereke leşkerî ku li nêzîkî paytaxt Şamê ket xwarê, zîyan gihand firokekê neferan ku ji Firîngeha Navnetewî ya Şamê rabibû, lê tevahîya 200 rêwîyên wê bi silamet in.

Bizavkarên opozîsyonê dibêjin, wan li helîkoptera hikûmetê xistîye û ew anîye xwarê. Şervanên dijî Serok Beşar Esed îdîa dikin ku wan berê jî çend helîkopterên leşkerî anîne xwarê ku ya herî dawî li meha borî bû.
XS
SM
MD
LG