Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Pentagon: Pirtir Leşkerên Amerîkî ji Afganistanê Vedikêşin


Hêzên Amerîkî li Afganistanê
Hêzên Amerîkî li Afganistanê
Pentagona Amerîkî dibêje, kesên dawî ji 33 hezar leşkerên ku berî du salan hatibûn şandin bo Afganistanê, nuha vekişiyane.

Jimara leşkerên Amerîkî li Afganistanê careke din vegdigere 69 hezaran.

Serokê Amerîkî Barack Obama di dawîya sala 2009an de ferman dabû ku hêzên pirtir bêne şandin bo Afganistanê jibo tevgera Talîbanê têk bibin û derfetê bidin hêzên Afganî ku dest deyînin ser ewlekarîyê. Amerîka plan dike ku di dawîya sala 2014an de bi temamî ji Afganistanê vekişe.

Ev pêşketin pêk hatin, li vê demê ku Wezîrê Berevanîya Amerîkayê Leon Panetta serdana xwe bo Asyayê dom kir. li New Zealandayê, birêz Panetta hewil dide ku têkilîyên welatê xwe yên berevanî ku ji mêj ve sekinandinî ligel welatê girav jinûve vejîne.

Amerîka diwaze bandora xwe li ser herêma Asya-Pasîfîk careke din piştrast bike, li vê demê ku Çîn wekî hêzeke leşkerî û aborî li herêmê derdikeve.

Panetta gihişte New Zealandayê piştî serdana xwe ya sê rojan li Çînê bi dawî kir. Li Çînê, Wezîrê Berevanîya Amerîkayê gereke bêhempa bo bingeheke deryayî ya Çînê kir û li gemîyeke şer siwar bû.
XS
SM
MD
LG