Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Beşar Esed: Serhilda Ticar Serketî Nabin


Syrian President Bashar al-Assad (Dec 2010 file photo)
Serokê Sûrî Beşar Esed dibêje, şervanên opozîsyonê di şerê dijî hikûmeta wî de ticar serkeftî nabin.

Birêz Esed di şîroveyên xwe yên di rojnameya Al Ahram Al Araby ya Misirî de, îro Înîyê dibêje, kiryarên grubên çekdar li dijî hikûmeta wî terorîzm e û piştgirî ji gel nabîne, loma jî di dawîyê de wê negeheje serkeftinekê.

Rojnama Al Ahram Al Araby ji zarê birêz Esed radigîhîne ku ew bi erênî pêşwazîya dîyalogê bi rikeberîyê dike.

Daxuyanîyên Serokê Sûrî Beşar Esed li vê demê tê ku grubên mafên mirovan yên Sûrî bombaranên nû yên hikûmetê li çend deverên bakurê welêt radigîhînin.

Rêxistina Çavdêrîya Sûrî ya jibo Mafên Mirovan ragihand ku şerê navbera hêzên serhilda û yên rejîmê îro Înîyê jî li bajarê Helebê berdewam dikin.

Çavdêrîya Sûrî ya jibo Mafên Mirovan herwiha ragihand ku li dora paytaxt Şamê jî çend peqîn qewimîn.
XS
SM
MD
LG